Li Şemrexa navçeya Mêrdînê, 2 zarokên ku cenazên wan di golekê de hatibûn dîtin, hatin veşartin.
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê, Dawid Esen (9) û Abdullah Erat (7) ên ku piştî windabûnê cenazên wan di gola rûyê wê cemed girtî de hatibûn dîtin, bi hêsirên çavan li kêleka hev hatin veşartin.
Bûyer li gundê Melebi yê navçeya Şemrexê qewimî. Dawid Esen û Abdullah Erat piştî ku ji mal derketin, demekê agahî ji wan nehat girtin. Dema ku xebatên lêgerînê yên malbatên wan bêencam man, ji bo 112 Navenda Banga Lezgîn îxbara windabûnê hat kirin.
Tîmên cendirme, tenduristî û AFADê sewqî herêmê hatin kirin. Di lêgerîna li derdorê de, li ser rûyê qeşagirtî yê gola gund û li nêzî wê şopên pêyan hatin tespîtkirin. Li ser îhtîmala ketina zarokan a nav avê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û di encamê de termên zarokan di avê de hatin dîtin.
Termên zarokan ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û paşê anîn gundê Melebi.
Li vir piştî nimêja cenazeyê, termên her du zarokan li kêleka hev bi hêsirên çavan hatin sipartin axê. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.