
Li Semsûnê ji ber hezazê tehqîqat hat destpêkirin
Li navçeya Canîk a Semsûnê di encama hezazê de bav û 2 zarok canê xwe ji dest dan, der barê bûyerê de tehqîqata edlî hat destpêkirin.
Wezîr Tunç di daxuyaniya xwe da weha got: "Ji welatiyên me yên ku di encama hezazê ya ku li navçeya Canikê ya Semsûnê ya ku îstasyoneke sotemeniyê lê ye canê xwe ji dest dan rehmetê dixwazim û ji welatiyê me yê ku bi birîndarî ji hezazê xilas bû û tedawî dibû re şifayê dixwazim. Ji teref Serdozgeriya Komarê ve lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Ev bûyer me hemûyan xemgîn kir û 1 Cîgirê Serdozgerê Komarê û 1 Serdozgerê Komarê hatin wezîfedarkirin.”
Bûyer bi şev li ser rêya Semsûn-Orduyê li qada şuştina wesayîtan a li kêleka navenda sotemenîyê pêk hat. Malbata Kaya ku wesayîta xwe dişuşt di bin kevirên ku di encama şimitîna erdê de bi ser wan de ket asê man. Bav Adem Kaya (35) û keçên wî Ayla (7) û Açelya Lîna Kaya (5) canê xwe ji dest dan, dayîka bi navê Çîgdem Kaya jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Waliyê Semsûnê Orhan Tavlî jî li cihê bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku di bin xirbeyan de kesek din tuneye û xebatên der barê bûyerê de dewam dikin.
Li aliyê din ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Semsûnê li herêmê li hember talûkeya şimitîna duyemîn tedbîr girtin. Di derbarê sedema şimitîna axê de jî tehqîqatên jeolojîkî hatin destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.