Li Semsûnê qeza: 5 birîndar
Li navçeya Kavaka Semsûnê wesayîtek û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Qeza, li alîyê navçeya Kavaka ser rêya Enqere-Semsûnê pêk hat.
Di qezaya ku wesayît û qamyonek li hev qelibîn de 5 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.