Li Semsûrê otobûs û wesayît li hev qelibîn: 3 mirî, 1 birîndar
Li Semsûrê otobûsek rêwîyan û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qeza li ser rêya Kolika Semsûrê pêk hat.
Di encama qezayê de Mahmut İ., Zahide İ. û Yusuf İ. Li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, kesekî birîndar bû û wesayît bû wek xwelîyê.
Piştî qezayê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.