Li Semsûrê qezayek fecî: Ji malbate kê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Semsûrê qezayek fecî: Ji malbate kê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Semsûrê di encama lihevketina otobuseke rêwiyan û otomobîlekê de ji heman malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, otobuseke rêwiyan a ku ji hêla Selahattin S. ve dihat ajotin, li kîlometreya 5emîn a Rêya Semsûr-Kaxtayê bi otomobîleke ku ji hêla Yakup Gültekin ve dihat ajotin û ber bi aliyê berevajî ve diçû, li hev qelibîn.

Di encama qezayê de ajokarê otomobîlê Yakup Gültekin û Esmanur, Belinay û Muaz Gültekin ên ku di heman wesayîtê de bûn mirin.

Piştî wergirtina raporên qezayê gelek jenderme û paramedik şandin cihê bûyerê.

Rêya ku ji ber qezayê demkî hatibû girtin, piştî ku ekîban lêkolîn û paqijkirin temam kirin, ji trafîkê re hate vekirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.