Li Senegalê keştî bin av bû: 12 kes mirin

Li Senegalê keştî bin av bû: 12 kes mirin

Di encama binavbûna keştiyeke koçberan li peravên Senegalê de, 12 kes mirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Senegalê (APS), piştî ku keştiyek ku koçberan hildigirt binav bû, li peravên Joal-Fadiouth li herêma Mbour a rojavayê Senegalê 12 cenaze hatin dîtin.

Li gorî APSê, ku çavkaniyên ewlehiyê vedibêje, hejmara miriyan hêna jî nehatiye piştrastkirin, û 35 kesên ku ji qezayê sax mane ji bo lêpirsîna berdewam radestî cendirmeya herêmî hatine kirin.

Li gorî daxuyaniya ajansê, hêjmara giştî ya rêwiyên di keştiyê de û sedema binavbûnê nehatiye diyarkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.