Li ser rêya Çinar-Amedê axa ku diherike xetereyê belav dike

Baranên zêde yên ku demên dawî de li herêma me bibandor bûn, bûn sedema şemitîna axê (heyelan) û ev yek li ser rêya Çinar-Amedê ji bo wesayît û şofêran xetereyê belav dike.

Li ser rêya Çinar-Amedê, li kêleka rawestgeha mînîbusan a Taxa Palûkê, axa ku diherike ji bo wesayît û şofêrên ku vê rêyê bi kar tînin xetereyê belav dike.

Piştî baranên zêde yên ku demên dawî de li herêma me bibandor bûn, axa li kêleka rêya sereke şemitî û tevî dîwarê piştgiriyê jî ser re avêt û herikî ser rêyê. Bi heman awayî, li ser rêya kêlekê ya li ser cadeya sereke jî şemitîna axê pêk hatiye.

Li ser vê rêya ku bi deh hezaran wesayît tê de derbas dibin şebitîna axê berdewam dike; şofêrên ku rêyê bi kar tînin, bang li rayedaran dikin ku berî bûyereke nexweş biqewime, bikevin tevgerê.

img-20260327-wa0040.jpg

img-20260327-wa0041.jpg

img-20260327-wa0036.jpg

img-20260327-wa0039.jpg

img-20260327-wa0038.jpg

img-20260327-wa0035.jpg

img-20260327-wa0042.jpg

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.