Li ser rêya Mekke-Medîneyê otobûs û tanker li hev qelibîn: Herî kêm 42 mirî
Otobûsek ku rêwîyên umrê di nav de bûn dema ku ji Mekkeyê diçûn Medîneyê li tanekerekî qelibî. Li gorî diyarîyên ewil di encamê de 42 an jî 45 kes canê xwe ji dest dane, di nav mirîyan pîrek û zarok jî hene.
Qeza, li ser rêya Mekke-Medîneyê nêzê Mufhîratê pêk hat. Otobûsa ku ji bajara Haydarabadê dihat û umrevanên Hîndî di nav de bûn, bi tankerekî ku dîzel barkirîbû re li hev qelibî, di encamê de teqînek mezin çêbû û otobûs şewitî.
Hat destnîşankirin ku di qezayê de 20 jê pîrek, 11 jê zarok herî kêm 42 kesan canê xwe ji dest dan. Li gorî daxuyanîyên dinê hejmarê mirîyan 45 hatîye jimartin. Hat destnîşankirin di qezayê de yek mirovekî tenê bi birîndarî hatîye rizgarkirin û ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin.
Konsulxaneya Hîndistanê li Cîddeyê, diyar kir ku piştî qezayê maseyek krîzê ku 24 saet vekirîye dane destpêkirin û ew ê ji li vê maseyê ji malbatan re xeberên rast û lezgîn pêşkêşî bikin.
Hat îfadekirin ku Sefîrxaneya Rîyadê û yekîneya konsulxaneyê ya alîyê Siûdî bi hev re di nav koordîneyê de dixebitin.
Serokwezîrê Hîndistanê Narenda Modî, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û got, “Ez ji qezaya ku li Medîneyê pêk hatîye û di nav de welatîyên Hîndî jî hene gelek xemgîn bûm. Ez li cem xizmê mirovên ku canê xwe ji dest dane me. Ji birîndaran re şîfa lezgîn daxwaz dikim. Balyozxaneya me ya Rîyadê û Konsulxaneya me ya Cîddeyê hemî alîkarîyên ku hewcene bikartînin. Rayedarên me bi meqamên Erebistana Siûdî re di nav têkilîyê de ne.”
Rayedarên Siûdî jî ji bona ku sedema qezayê bi zelalî were diyarkirin tehqîqatekî berfireh dane destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.