Li Şerîaya Rojava derbeyek giran li çandinîyê hat xistin: Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin

Li Şerîaya Rojava derbeyek giran li çandinîyê hat xistin: Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin

Wezareta Çandinîyê ya Filistînê, daxuyand ku sîyonîstên îşxalker û çeteyên Cihûyî li Şerîaya Rojavayê êrîşê erdên çandinî û daran kirin, di encamê de 3 hezar û 413 dar zerarê dîtin.

Hat îfadekirin ku malîyeta zerarê 2,5 milyon dolarî derbas kirîye.

Wezareta Çandinîyê ya Filistînê, daxuyand ku êrîşên dawîn ên ku sîyonîstên îşxalker û çeteyên Cihûyî li giştîyê Şerîaya Rojavayê pêk anîtine bûye sedema xerabûneke mezin. Li gorî raporên wezaretê ku navbera 11-18ê Kanûnê di nav xwe de dihewîne, li herêmên cuda yên Şerîaya Rojavayê 3 hezar û 413 dar zerarê dîtine. Tê îfadekirin ku piranîya darên ku zerarê dîtine darên zeytûnê bûne.

Di rapora ku hatîye belavkirin de tê dîtin û hatîye qeydkirin ku di encama êrîşên dawîn ên ku hatine kirin de, zêdebûnî heye û bi taybetî li Ramallah û Nablûsê êrîş hatine zêdekirin.

Di raporê de bal hat kişandin ku heyvan û erd rasterast têne hedefgirtin. Heywanên Filistînîyan an têne kuştin an jî têne dizîkirin, êmê heywanan têne şewitandin û cîhê heywanên bi per jî têne xerakirin. Bal hat kişandin ku ji ber van zeraran ji 2,5 milyon dolarî zêdetir zerar heye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.