Li Sêrtê 3 zarok di avê de winda bûn: 1 hêna jî winda ye
Li Sêrtê 3 zarok ketin nav ava Kezerê û winda bûn, zarokek bi îmkanên xwe ji avê derket û yekî dinê jî bi midexeleya ekîban derket, lê hêna jî zarokekî dinê winda ye.
Bûyer, li Çemê Kezera navenda Sêrtê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 3 zarokên ku emrên wan biçûk in, ji bona ku xwe hênik bikin ketine nav çem.
Zarokekî ku bi avê ve çûbû bi îmkanên xwe ji nav avê derket, li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîb hatin sewqkirin û zarokekî dinê jî di encama xebata ekîban de bi saxî hat xelaskirin.
Li ser windabûyîna zaroka sêyemîn jî ji herêmê re ekîbên AFAD, UMKE, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Ekîbên hatin cîhê bûyerê bi lez û bez dest bi xebatê kirin.
Ekîbên binê avê di binê avê de dest bix ebatan kirin û xebateke tîtîz li dar xistin.
Rayedaran, diyar kirin ku ji bo zarokê winda xebat bênavber berdewam dikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.