Li Sêrtê 54 kîlogram metamfetamîn ku di zikê heywanan de veşartî bû, hat desteserkirin
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku 54.6 kîlogram metamfetamîn di kamyonekê de ku li navçeya Hawêl a Sêrtê hatibû rawestandin, di nav zikê ajalan de hatibû veşartin, hatiye desteserkirin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, di daxuyaniyekê de ku bi rêya hesabê xwe yê X kir, tekez kir ku têkoşîna li dijî bazirganên madeyên hişber bi biryardarî berdewam dike û hûrguliyên operasyonek berbiçav a li Sêrtê hatî kirin parve kir.
Li gorî Yerlikaya, di operasyoneke hevbeş a ku ji aliyê Midûriyetên Şaxên Têkoşîna li dijî Sûcên Narkotîk ên Sêrt û Colemêrgê û ekîbên Midûriyeta Şaxa Îstîxbaratê ya Colemêrgê ve hatiye kirin de, qamyonek li navçeya Hawêl a Sêrtê hatiye rawestandin. Di treylera qamyonê de hinek ji ajalên ku li kêlekên zikê wan dirûn hatine dîtin.
Di lêkolîneke berfireh de ji teref ekîban ve, bi tevahî 54.6 kîlogram metamfetamîn, ku di nav zikê 29 heywanên piçûk de veşartî bû, hate desteserkirin. Du şikdar R.M. û K.Y., di çarçoveya operasyonê de hatin binçavkirin.
Wezîr Yerlikaya diyar kir, "Ez dixwazim welatiyên min bizanin ku çi rêbazê biceribînin bila bibe, têkoşîna me ya li dijî bazirganên maddeyên hişber bênavber berdewam dike û dê berdewam bike." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.