Li Sêrtê du mînîbûs li hev qelibîn: 11 birîndar
Li navçeya Perwarîya Sêrtê du mînîbûs li hev qelibîn, di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzê gundê Deştetana Perwerîyê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku mamoste di nav de bûn, bi mînîbûsa ku ji hêla dinê ve dihat ji ber sedemeke hêj nediyar ve li hev qelibîn.
Bi tesîra qezayê 11 kesên ku di nav mînîbûsê de bûn bi sivikî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.