Li Sêrtê qamyoneta barkirî û otomobîl li hev qelibîn: 2 mirî, 3 birîndarên giran
"Li navçeya Misircê ya Sêrtê, di encama lihevqelibîna qamyoneta ku pez (mih) barkirî bû û otomobîlekê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî bi giranî birîndar bûn."
Bûyer, li nêzîkî gundê Toytepeya navçeya Misirca (Kurtalan) Sêrtê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, qamyoneta ku pez barkirî bû û otomobîla ku navê şofêr û plakayên wan hîn nehatine hînbûn, li hev qelibîn. Bi bandora lihevqelibînê kamyonet wergeriya û otomobîl jî di qeraxa rê de wergeriya nav zeviyê.
Li ser agahdarkirinê; tîmên AFADê, Midûriyeta Îtfaiyeya Şaredariya Misircê, tîmên Tenduristiyê yên 112ê, polîs û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di kontrola tîman de hat tespîtkirin ku 2 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
3 kesên ku di qezayê de bi giranî birîndar bûn, piştî mudaxeleya pêşîn a tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê, bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku xetereya canî ya birîndaran berdewam dike.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku di qezayê de gelek pezên (mih) di kamyonetê de jî telef bûne.
Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.