Li Sêrtê skandala testa maddeyên hişber: 8 jê tenduristvan 26 kes hatin binçavkirin
Di lêpirsîna derbarê îddîayên ku encamên testên nexweşxaneyê yên bikarhênerên maddeyên hişber li Sêrtê li hember pereyan hatine guhertin de pêşketinek nû derketiye holê.
Di operasyona li dijî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê de, 8 ji wan xebatkarên tenduristiyê bi tevahî 26 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di lêpirsîna ku ji aliyê ekîbên Daîreya Polêsan a Parêzgehê ve di bin koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de hatiye kirin de, hatîye îddîakirin ku di testên narkotîkê yên ku di laboratuwara nexweşxaneyê de hatine kirin de bêserûberî çêbûne. Hate îddîakirin ku encamên testên hinek bikarhênerên narkotîkê wekî "paqij" li hember pereyan di pergalê de hatine nivîsandin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, yekîneyên ewlehiyê bi qasî du mehan çavdêriya fizîkî û teknîkî kirin. Hat hînbûn ku piştî şopandin û delîlên hatine bidestxistin operasyon dest pê kiriye.
Ji 26 şikdarên ku di operasyona hevdem de hatine binçavkirin, 8 kes wekî xebatkarên tenduristiyê hatine nasîn. Têkildarî şikdaran lêpirsîn bi tohmeta ku bi destwerdana encamên testên laboratîfê zirara darayî dane saziyeke giştî tê kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.