
Li Sêwasê di madena komirê de teqîn pêk hat: 1 mirî, 2 birîndar
Li navçeya Qoçgîra Sêwasê, di madena komirê de dema ku xebat dihat kirin teqîn pêk hat, di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Li mezrika Yanika gundê Qereîyoya navçeya Qoçgîrê, di madena komirê de teqîn çêbû.
Hat îfadekirin ku dema ku di ocaxê de xebat dihat kirin ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqîn pêk hat û piştî teqînê şewat derket.
Di encama teqînê de mirovekî ku ji eslê xwe biyanî ye canê xwe ji dest da, 2 biyanî jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Şewata ku derketibû bi midexeleya ekîban hat vemirandin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.