Li Sêwasê qeza: 1 mirî, 8 birîndar

Li Sêwasê qeza: 1 mirî, 8 birîndar

Li Sêwasê wesayîtek û panelvanek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, heşt kes jî birîndar bûn.

Qeza, li alîyê Seyrangeha Paşabahçeya ser rêya Sêwas-Karaçayirê pêk hat. Li gorî agahîyan, panelvanek û wesayîtekî ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye, AFAD û polês hatin sewqkirin. Hat îfadekirin ku M.K. yê ku di nav wesayîtê de bû li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da, şofêr İ.K. û A.N.K., H.İ.K., R.K., Ş.K. û E.K., Y.V. û T.E.A.yên ku di nav panelvanê de bûn birîndar bûn.

Mirovên birîndar, piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Cenazeya M.K. ji bo otopsîyê ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Tetbîqkirina Xizmetên Tenduristî ya Zanîngeha Komarîya Sêwasê re hat birin.

Hat îfadekirin ku şofêrê panelvanê B.K. ji cîhê bûyerê revîyaye û ji bona ku were qefaltin jî ekîban dest bi xebatê kirine. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.