
Li Sêwasê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Li Sêwasê 2 wesayîtên ku di heman rêyê de diçûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Qeza, li Bûlwara Recep Tayyîp Erdoganê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 2 wesayîtên ku di heman rê de diçûn li hev qelibîn, 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên cuda yên bajêr re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.