Li Sêweregê 50 qonteynirên ku karker di nav de diman şewitîn

Li Sêweregê 50 qonteynirên ku karker di nav de diman şewitîn

Li navçeya Sêwreka Rihayê nêzê 50 qonteynirên ku karker di nav de bûn şewitîn û bûn wek xwelîyê.

Şewat, li ser rêya Riha-Sêwregê di seatên êvarê de li şantîyeya TOKÎyê pêk hat.

Şewata ku di demeke kurt de derket belavê qonteynirên dinê bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Şewata ku derket bi midexeleya ekîban hat kontrolkirin.

Hat hînbûn ku 50 qonteynir bi temamî şewitîn û bûn wek xwelîyê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.