Li Silêmanîyê 3 hezar qîz xwe nixumandin

Li Silêmanîyê 3 hezar qîz xwe nixumandin

Li bajarê Silêmanîya Kurdistana Başûr ji bo qîzên ku xwe nû nixumandine bernameyek hat lidarxistin.

Ji teref Komeleya Pêşxistina Xwendekarên Kurdistanê, ku nêzî Yekgirtuy Îslamîy yê Kurdistanê ye ji bo xwendekarên qîz yê ku xwe nû nixumandine bi navê “Taca Zêrîn ya 9em“ bernameyek lidarxist.

Di bernameyê de digel qîzên ku ketine dersên tesetturê û xwe nixumandine, malbatên wan û alimên herêmê jî beşdarî bernameyê bûn.

Serokê Giştî yê Yekgirtûy Îslamîy Kurdistan Salahaddin Muhammed Bahaeddîn diyar kir ku: “Qîzên ku xwe nixumandine li dijî neyarê Îslamê dîsa nîşandan ku gelê Kurd bi dînê xwe re girêdayîne û ji nasnameya xwe ya neteweyî neqetîyane.“

Bahaeddîn qîzên ku xwe nû nixumandine û malbatên wan pîroz kir.

Îdarevanên komeleyê dest nîşankirin ku her sal 1ê Sibatê bernameyek wiha li dar dixin û ev bername dibe teşwîq ji bo qîzan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.