Li Silêmaniyê teqîn: 9 mirî 13 birîndar

Li Silêmaniyê teqîn: 9 mirî 13 birîndar

Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê daxuyand, hejmara mirîyên ku teqîna ku li êvarê li Silêmaniyê pêk hat derket 9 kesan û 13 kes jî birîndar bûne.

Doh êvarê li Taxa Kazîweya bajara Silêmaniyê teqînek çê bû. Walîyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand ku teqîn ji ber gaza LPGê pêk hatîye.

Teqîn di seet 19:38an de çê bûye û paşê hat hînbûn ku maleke 3 qatî ji ber teqîna tankera gazê bi temamî hilweşîya ye.

Ji doh êvarê ve heta îro ekîbên lêgerîn û xelaskirinê li cihê bûyerê xebatên lêgerînê dikin û hewldanên wan ji bo derxistin û rizgarkirina kesên di bin enqazê de mane, berdewam in.

Tê gotin ku di malê de mêvan hebûne û hêna jî 6 kes di bin enqazê de mane.

Di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyekê de Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir erkdar kir ku saziyên pêwendîdar ên hikûmetê, lêkolînên bi hûrgilî û bilez li ser sedema vê bûyera diltezîn bikin û biçin hawara kesên zirardîtî û her çi pêwîst be bikin.

Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Heme Emîn jî ragihand ku, di dema teqînê de 30 kes di nava xanî de bûne.

Azad Heme Emîn got, bûyer karesateke mezin û pir nexweş e û dê derbarê bûyerê de lêkolîn bê kirin, herwiha tîmên lêgerîn û xelaskirinê jî li pey kesên windane û wan digerin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha sersaxî û xemgîniya xwe ji bo malbat û kesûkarên qurbaniyan nîşan da û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran xwest.

Walîtîya Silêmanî şîna neteweyî îlan kir

Walîtîyê Silêmaniyê derheqê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Em roja Înê 18ê Mijdarê, wek roja şîna giştî li sînorê parêzgeha me radigihînin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Em xemgîniya xwe ji ber karesata li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê tînin ziman, em roja Înê 18ê Mijdarê, wek roja şîna giştî li sînorê parêzgeha me radigihînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.