Li Kurdistan'a Başur bajarê Silêmaniyê teqînek pêk hat

Li Kurdistan'a Başur bajarê Silêmaniyê teqînek pêk hat

Li bajarê Silêmaniyê teqînek çêbû. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin çend kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn li ber navenda dayîna vîzeya Tirkiyê çêbû ye.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt ragihand, destpêkê hêzên polîs çûne cihê bûyerê, lê piştre hêzên ewlehiyê hatin û ji wan re gotin ku ev bûyereke ewlehiyê ye û ew ê lêkolînê dikin.

Bombe di otomobîlekê de teqiya.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê Aram Elî ragihand, tîmên wan çûn cihê bûyerê agir vemirandin û piştre vekişiyan.

Biryar e piştî lêkolînên destpêkê, Berdevkê Asayişa Silêmaniyê di kongreyeke rojnamevanî de zanyariyan pêşkêş bike.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.