Li Şîlîyê di mezinahîya 7,5an de erdhej: Hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn
Li Şîlîya welatê Emrîkaya Başûr, di mezinahîya 7,5an de erdhejek pêk hat.
Navenda Lêgerîna Jeolojîk a Emrîkayê (USGS), daxuyand ku navenda erdhejê peravên Nîvgirava Şîlî Antartîkayê ye.
Hat destnîşankirin ku nêzê 10,8 kîlometre di bin erdê de erdhej hat qeydkirin, li gelek bajarên Arjantîn û Şîlîyê erdhej hat hîskirin.
Piştî erdhejê ji teref Serwîsa Oşinografi û Hidrografi ya Fîloya Şîlîyê (SHOA) ve hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn.
Rayedaran emir dan ku bila mirov û karmendên li nêzê avê wan deran vala bikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.