
Li Şirnexê brûsk li 100 bizinan xist, hemû telifîn
Li navçeya Basaya Şirnexê bizinên ku xwe ji barana bispêrin kirin binê darê, brûsk li wan ket.
Bûyer, li gundê Hêtmêya navçeya Basayê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şivanê gund di seat 16.00an de piştî ku baran barîya, ji bona ku heywanên xwe biparêze di bin darekî de kom kirîye.
Encax di vê demê de brûsk li erdê ket, nêzê 100 bizinên ku aîdê 15 malbatan in telifîn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Hat îfadekirin ku şivan di bûyerê de zerar nedîtîye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.