Li Şirnexê di hundirê tunelekê de qeza: 1 mirî, 8 birîndar

Li Şirnexê di hundirê tunelekê de qeza: 1 mirî, 8 birîndar

Li ser rêya sereke ya Şirnex û Cîzreyê, di encama qezayeke zincîrî ya ji ber şert û mercên qeşayê de, kesek mir û 8 kes jî birîndar bûn.

Qeza, di hundirê tunela Şehît GK Dundar PAGE ya li ser Rêbeja D400 a Şirnex-Cizîrê pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di qezaya ku ji ber sedemek nediyar di tunelê de qewimî de, wesayîtên bi plaqeya 35 ZZ 663 ku ji hêla M.E. (23) ve dihat ajotin û 25 ADE 924 ku ji hêla A.P. (45) ve dihat ajotin li hev ketin. Wesayîta bi plaqeya 06 DNM 024 ku ji hêla B.B. (38) ve dihat ajotin, li kesê bi navê M.Y. (19) ku dixwest wesayîtên din ên ji pişt ve dihatin hêdî bike, xist.

Kesên birîndar bi xwe ji wesayîtan derketin, lê piştî banga Navenda Banga Lezgîn a 112 tîmên tenduristiyê, cenderme, îftaîyeyê, AFAD û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

B.A. (19), D.O. (23) û M.O. (23) ku di wesayîta bi palqeya 35 ZZ 663 de di bin rêveberiya M.A. de bûn, û M.Ş.P. (33) ku di wesayîta bi plaqeya plakaya 25 ADE 924 de di bin rêveberiya A.P. de bû, sivik birîndar bûn, Feyruz Yargi (46) jî bi birînên giran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cîzreyê. Lê ew digel hemû mudaxeleyên doxtoran jî canê xwe ji dest da.

M.Y., ku ji bo wesayîtên ku ji pişt ve dihatin hêdî bike û rê li ber wesayîtên din bigire, li ser rê rawestiya, dema ku wesayîta bi plakaya 06 DNM 024, ku ji hêla B.B. ve dihat ajotin, lê da, birîndar bû.

Derheqê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.