Li Siwêregê qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
Li navçeya Siwêregê ya Rihayê di qezayeke trafîkê de, ji ber wergeriyana otomobîlekê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîlek ku şofêrê wê hîn nehatiye naskirin, li ser rêya Siwêregê –Rihayê bi qasî 30 kîlometreyan kontrola xwe winda kiriye û wergeriyaye.
Piştî ku qeza hat ragihandin, paramedik, cendirme û agirkujî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
2 kesên di wesayîtê de li cihê bûyerê mirin.
3 kesên birîndar bi ambulansê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li Rihayê.
Li ser qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.