Li Stenbolê alimên ummetê ji bo Tofana Eqsayê daxuyanîya piştrigîyê dan

Li Stenbolê alimên ummetê ji bo Tofana Eqsayê daxuyanîya piştrigîyê dan

385 saziyên Îslamî, alim û şandeyên dînî yên ji çar aliyên cîhanê, ku li Stenbolê hatin cem hev, di daxuyaniyek berfireh de, meşrûiyeta "Tofana Eqsayê" û mecbûriyeta piştgiriya berxwedanê ragihandin.

Di danezana bi navê "Peymana Zanayan" de, hate tekez kirin ku tevahiya axa Filistînê welatê Îslamê ye û hebûna rejîma sîyonîst û her peyman û normalîzasyonên ku bi wê re hatine çêkirin, li gorî Şerîetê bêqîmet in.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana li Xezzeyê di çarçoveya "Cîhad-î Dîfa" anku parastina rewa de ye û ev cure cîhad bêyî ku destûr hewce bike an jî bi dijmin re wekhev be ferz e. Hat destnîşankirin ku berxwedêr, hemû kesên ku şehîd ketine, êsîr girtine an jî birîndar bûne wezîfeyên xwe pêk tînin. Sebra gelê Xezzeyê, berxwedana jinan, beşdariya doxtor, zanyar û endamên medyayê wekî "curbecur awayên cîhadê" hatin wesifandin.

Peymanê projeyên wekî dersînorkirina bi zorê, bicihkirina penaberan li welatên din û bêçekkirinê wekî "xiyanet" pênase kir û hişyarî da ku planên weha di berjewendiya rejîma sîyonîst de ne. Polîtîkayên dorpêçkirin û birçîbûna li ser Xezzeyê wekî "sûcên li dijî mirovahiyê" hatin nirxandin.

Banga wezîfeyê ji bo her kesî vekiriye

Peymanê, bang li beşên cuda yên ummetê kir û wezîfeyên wan weha rêz kir:

Zana: qalkirina meşrûîyeta berxwedanê, piştgirîkirina micahîdan û bersivdayîna ji şibheyan re

Hikûmetan: Di warê sîaysî, leşkerî û aborî de destekdayîna ji berxwedanê re; qutkirina têkilîyên bi îşxalkeran re

Karsaz: Piştgiriya darayî ji bo Mucahîdan, alîkarî ji bo malbatên girtiyan, boykotkirina alîgirên sîyonîst.

Endamên medyayê: Ji bo eşkerekirina sûcên îşxalê û piştgiriya medyaya berxwedanê.

Parêzer û akademîsyen: Belgekirina sûcan, vekirina dozên dadgehê, beşdarbûna di têkoşînên navneteweyî yên ji bo edaletê de.

Gel: Boykot, hişyarî, perwerdehiya cîhadî, piştgiriya darayî û exlaqî.

"Bêalîbûn xiyanet e, micadele erkê her kesî ye"

Di dawiya Peymanê de, hate gotin ku bêalîbûn û bêdengmayîn tê maneya xiyanetê, û hate tekez kirin ku êrîşên sîyonîst êrîşek li ser tevahiya ummetê ye. Di daxuyaniyê de bang li ummetê hate kirin ku li pişt berxwedanê bibin yek, gotara yekîtiya ummetê xurt bikin û li hember propagandaya bêmoral hişyar bin.

Hate tekez kirin ku ev şer di rêya rizgariya Filistînê de xalek diyarker bû û hat gotin, "Divê Ummet vê îmtîhanê bi rêkûpêk derbas bike." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.