
Li Stenbolê di mezinahîya 4an de erdhej
Li navçeya Buyukçekmeceya Stenbolê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat.
Li gorî daneyên AFADê doh di seat 23.36an de di mezinahîya 4an de erdhejek rûda.
Navenda erdhejê, peravên Buyukçekmeceyê hat qeydkirin.
Walîyê Stenbolê Davut Gul, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û diyar kir ku heta niha ti bûyerekî xerab nehatîye îxbarkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.