Li Stenbolê di operasyona DAIŞê de 20 şikdar hatin binçavkirin

Li Stenbolê di operasyona DAIŞê de 20 şikdar hatin binçavkirin

Li Stenbolê di operasyona li dijî DAIŞê de 20 kes hatin binçavkirin.

Di tehqîqata ku ji teref Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat kirin de hat diyarkirin ku têkiliya 32 şikdarên bi DAÎŞê û herêmên nakok ên ku rêxistin lê dixebite re hene.

Ji bo şikdarên ku tê texmînkirin li Tirkiyeyê potansiyela çalakiyan li dar bixin, biryara binçavkirinê hat dayîn. Di operasyona ku ji teref ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê ve hat kirin de 20 şikdar hatin girtin.

Di lêgerînên li navnîşanan de çekek bê ruxset, 2 jûreyên vala, 86 fîşek, 68 hezar û 700 dolar, 75 hezar lîre pere û gelek malzemeyên dijîtal hatin bidestxistin. Şikdarên ku hatin binçavkirin hêj li midûriyeta polîsan tên girtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.