Li Stenbolê ji ber erdhejê dibistan 2 roj hatin tetîlkirin

Li Stenbolê ji ber erdhejê dibistan 2 roj hatin tetîlkirin

Wezîrê Perwerdehî ya Neteweyî Yusuf Tekîn ragihand ku piştî erdheja bi lerza 6,2 ya ku navenda wê li Sîlîvrîya Stenbolê pêk hat dibistan ji bo 2 rojan hatin tetîklirin.

Wezîr Tekîn di daxuyanîya xwe ya ji hesabê Xê da ragihand ku piştî erdheja ku li Stenbolê pêk hat û li bajarên derdorê jî hat hîskirin heta niha li dibistanan tu tesîreke xerab a ciddî nehatîye dîtin.

Wezîr Tekîn diyar kir ku hewşên dibistanan ji bo hemû welatiyan li gor hewcedariya herêmên ewle vekirî ne û wiha got, "Me bi hevkariya saziyên me yên din ên pêwendîdar me biryar da ku rojên pêncşem û înê ji bo dibistanên xwe yên li Stenbolê bên girtin. Hêvîdar im ku tevahiya gelê me di demeke nêz de baş bibe." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.