
Li Stenbolê otobûsên gel a taybet ketin grevê: Welatî mexdûr bûn
Otobûsên gel a taybet ku li Stenbolê di çûnûhatinê de wezîfeyekî gelek muhîm dibînin, îro derneketin seferê.
Bi tevî karberdana ji 3 hezarî zêdetir otobûsan ku li giştîyê Stenbolê fealîyetan dikirin ve, di seatên serê sibehê de gelek zehmetîyên mezin rûdan, wisa tê texmînkirin ku ew ê êvarê jî pirsgrêkên mezin çêbibin.
Serokê Odeya Esnafên Otobûsên Gel a Taybet ê Stenbolê Goksel Ovacik, îfade kir ku sedema karberdana wan ev e ku ev bû 4 meh in ji Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê heqên xwe nikarin bistînin.
Di daxuyanîya ku bi niviskî hat dayîn de, hat îfadekirin ku digel peymana ku bi Şaredarîyê re hat îmzekirin ev bû 4 sal in heqên wan di rojê de û bi heqîyê ji wan re nayê dayîn. Li gorî daxuyanîyê nêzê 6 milyar Lîre perê wan bi Şaredarîyê re ye û nadin wan.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin:
“Ji temîna sotemenîyê heta meaşê personelan, ji xercaneyên senayîyê û malîyetên rojane em nikarin êdî îdara xwe bikin. Digel hemû nîyetên baş û hişyarîyên ku ev bû çend car e têne kirin ji teref rayedarên Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê ve tu gavekî nehatîye avêtin. Ev rewş, bûye sedema xitimandina aborîyê, û hem di warê teknîkî hem jî malî de berdewamkirina xizmeta ragihandina civakî bûye tiştekî nemimkin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.