Li Stenbolê şofêr ket nav mîksera betonê û canê xwe ji dest da

Li Stenbolê şofêr ket nav mîksera betonê û canê xwe ji dest da

Li navçeya Arnavutkoya Stenbolê şofêrê mîkserê A.Ç. ket nav mîkserê û li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da.

Bûyer, li Ceddeya Sevban Mehmeta Taxa Yavuz Selîmê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şofêrê mîkserê A.Ç. dema ku mîkserê paqij dikir denga xwe winda kir û ket nav mîkserê.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Piştî kontrola ekîbên tenduristîyê hat îfadekirin ku A.Ç. canê xwe ji dest daye.

Piştî temamkirina lêkolînê cenazeya A.Ç. ji morga Sazîya Tip a Edlî re hat rakirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.