Li Sûdanê bi dronan êrîş li bazarê hat kirin: 15 mirî

Li Sûdanê bi dronan êrîş li bazarê hat kirin: 15 mirî

Hêzên paramîlîter li rojavaya Sûdanê êrîşî bazarê kirin, di êrîşa ku bi dronê hat kirin de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristî û komekî dildar, Hêzên Piştgirî ya Bi lez a paramîlîter (RSF), li bajara El Faşîra rojavaya Sûdanê bi dronê êrîşê bazarekî kirin, di êrîşê de herî kêm 15 sîvîl canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn ku rewşa pirî birîndaran giran e, ji ber kêmasîya personel û amûrên tenduristîyê rewş jî gelek krîtîk e.

Hat îfadekirin ku koma dildar a Koordînasyona Komîteyên Berxwedanê yên li El Faşîrê îfade kir ku, RSF roja Sêşemê bazarekî dinê jî bi dronê hedef girt û di wê êrîşê de jî ji 27an zêdetir mirov miribûn.

Ji 10ê Gulana 2024a vir ve li El Faşîrê di navbera Hêzên Çekdar ê Sûdanê, muttefîqên wî û RSFyê de pevçûnên dijwar têne jîyandin û di rojên dawîn de van pevçûnan dijwartir bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.