Li Sûdanê hezaz: Ji hezarî zêdetir mirov mirin
Li herêma Darfura rojavaya Sûdanê ax herikî, di encamê de gundekî bi temamî tune bû û ji hezarî zêdetir însan mirin. Bûyer, ji teref Tevgrea Artêşa Xelasîya Sûdanê ve hat diyarkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Tevgerê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Hezaza mezin û xerabker, gundê Tirsîna li nêzê herêma Sonîyê bi temamî tune kir; gelê gund mirine, li gorî diyarîyên ewil kesekî tenê sax maye.”
Hat îfadekirin ku ev felaket roja yekşemê 21ê Tebaxê “Ji ber barana herî dawîn ku di meha Tebaxê de barîyabû” pêk hatîye.
Tevger, destnîşan kir ku “gund bi temamî tune bûye”, ji bona ku mirovên mirine ji bin hezazê derxînin, bang li Neteweyên Yekbûyî, sazîyên herêmî û navneteweyî hat kirin.
Walîyê Herêma Darfurê Mini Arko Minawi, bûyera ku li gundê Tirsînê pêmk hatîye wek “trajedîyek însanî ku sînora herêmê derbas dike” nirxand.
Minawî, di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ku gelek welatî di encama afetên xerabker ên mezin de canê xwe ji dest dane, bang li sazîyên alîkarîya însanî ya navneteweyî hat kirin ku bila bi lez û bez alîkarîyê bişînin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.