Li Sûdanê kana zêr hilweşiya: 6 kes mirin, 20 kes di bin xirbeyan de mane
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.
Li bakurê Sûdanê di madeneke zêr a bi pîvanek biçûk de hilweşînek çêbû.
Di bûyerê de herî kêm şeş kesan canê xwe ji dest dan, û nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin xirbeyan in.
Rêveberê hikûmeta herêmî Hesen Îbrahîm Karar diyar kir ku qeza roja Înê çêbûye.
Karar diyar kir, "Hewldanên ji bo rizgarkirina mirovên di bin xirbeyan de hîn jî berdewam dikin." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.