Li Sûdanê krîza însanî kûr dibe

Li Sûdanê krîza însanî kûr dibe

Rêxistina Koçber a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM), destnîşan kir hejmarê mirovên ku ji bajara Faşîr û derdorê wîlayeta Darfura Bakur ê Sûdanê ji cîhê xwe bûne gihîştîye 106 hezar û 387 kesan.

Pevçûnên li Sûdanê, bi taybetî li herêma Darfurê krîza însanî kurtir dike.

Li gorî daxuyanîya Rêxistina Koçber a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM), li bajarê Faşîr û gundên derdorê yê wîlayeta Darfura Bakur bi dehhezaran mirov, ji ber ku HDKê herêmê bidestxistîye mecbûr mane ku malên xwe terk bikin.

IOM, daxuyand ku 106 hezar mirovên ku ji Faşîrê ji cîhê xwe bûne belavê 37 navçeyên ku li 11 wîlayetan in bûne.

Hat diyarkirin ji ber ku însanên li wê derê daîma cîh diguherînin rewşa li wê derê hêna jî ne baş e û bêîstîqrarî heye.

Sûdan, ji 15ê Nîsana 2023yan vir ve ji pevçûnên artêş û HDKê re dibe zemîn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.