Li Sûrîyeyê şer û pevçûnên dijwar diqewimin
Li bajarê Helebê yê li bakurê Sûrîyeyê, di navbera QSD/PKK/YPG û hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê de şerên dijwar diqewimin.
Hat ragihandin ku di pevçûnê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn, li gorî agahiyan endamên QSD/PKK/YPGê li navenda bajêr bi çekên giran êrîşî hêzên ewlehiyê yên Sûrîyeyê kirin.
Hat ragihandin ku endamên QSD/PKK/YPGê li taxa Şeyh Meqsud a navenda Helebê bi çekên giran êrîşî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê kirin û bi hawanan jî herêma derdora Mizgefta Rehman a li taxa Suryanê hedef girtin.
Li herêmê şer û pevçûn bi caran berdewam dikin, hêzên ewlehiyê bersiva êrîşan didin.
Hate diyarkirin ku yekîneyên ewlehiyê li dora taxên Şeyh Meqsud û Eşrefîyye tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.
Medyaya Sûrîyê ragihand ku di pevçûnên tund ên li herêmê de leşkerek hat kuştin û sê jî birîndar bûn.
Nûçeyan destnîşan kirin ku hemû rêyên ku diçin taxên Eşrefîye û Şêx Meqsud hatine girtin, û ji mizgeftên herêmê anons hatin kirin û ji mirovan hat xwestin ku dernekevin kolanan.
QSD/PKK/YPGê berê li herêma Deyr Hafîr a li rojhilatê navenda bajarê Helebê êrîşî hêzên ewlehiyê yên Sûrîyeyê kiribû û di navbera aliyan de şer derketibû.
Wezareta Parastinê ya Sûrîyeyê di daxuyaniyekê de got, "Çalakiyên me piştî êrîşên QSDê yên ku sivîlan hedef digirin û hewl didin gundên nû bigirin pêk tên. Em bi peymana 10ê Adarê re girêdayî ne û niyeta me ya operasyoneke leşkerî tune ye." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.