
Li Tuzlayê kelek şewitî: 4 kelek bûn wek xwelîyê
Li Tuzlaya Stenbolê di seatên êvarê de li alîyê marînayê di nav kelekekî de şewat derket. Di encama şewatê de 4 kelek şewitîn û bûn wek xwelîyê.
Şewat, di seat 04.30an de li Taxa Camî ya Tuzlayê di marîneyê de pêk hat. Şewata ku derket di demeke kurt de belavê kelekên derdorê bû.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, ekîbên Ewlehîya Qerax û Ewlehîya Sehlê hatin sewqkirin. Welatîyên ku alîkarîya ekîban kirin kelekên ku dişewitîyan ji qeraxê dûrxistin.
Hat îfadekirin ku di encama midexeleya ekîban de şewat hat vemirandin.
Derheqê bûyerê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.