Li Wan û Colemêrgê, 591 wargeh ji veguhestinê hatine qutkirin

Li Wan û Colemêrgê, 591 wargeh ji veguhestinê hatine qutkirin

Berfa zêde ya li Wan û Colemêrgê rêyên veguhastinê girtine û ekîbên paqijkirina berfê dest bi xebatê kirine. Rêya sereke ya Wan-Miksê ji bo trafîkê demkî hatiye girtin.

Berfa ku doh bi şev li navenda bajarê Wanê dest pê kir, îro sibê zêde bû. Ji ber berfê, rêya 569 wargehan hatiye qutkirin û ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatê kirine.

Berfa ku piştî hişyariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê dest pê kir, tesîreke xerab li ser jiyana rojane kir. Berfa navber di sibehê de zêde bû. Ji ber berfê, gihîştina 293 tax û 276 gundan niha ne mimkin e. Kûrahiya berfê li navenda bajêr gihîşt 15 santîmetre û li deverên bilind jî gihîşt 30 santîmetreyan.

Colemêrg

Ji ber barana berdewam a li navenda bajarê Colemêrg û navçeyên Qilaban û Elkê, rêya veguhastinê qut bû û rêyên 22 gundan ji bo trafîkê hatin girtin.

Li ser rêyên sereke, ekîbên Rêveberiya Herêmî ya Otobanan, li deverên gundan, ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û li navendên bajar û navçeyan, ekîbên şaredariyê bi berdewamî xebatên paqijkirina berf û xwêkirinê dikin. Çar rêyên gundan li navenda bajêr, heft li navçeya Qilaban û yanzdeh li navçeya Elkê ji bo trafîkê girtî ne. Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe yên paqijkirina rêyan didomînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.