Li Wan û Colemêrgê operasyona narkotîkê

Li Wan û Colemêrgê operasyona narkotîkê

Di operasyonên ku ekîbên cendirmeyan li Wan û Colemêrgê kirin de, 446 kîlogram narkotîk hat desteserkirin û 8 şikdar hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, operasyon bi hevkariya Daîreya Sûcên Narkotîk a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û dozgeriyên giştî hatin kirin.

Di encama xebatên îstîxbaratî yên ku ji hêla ekîbên Fermandariya Cendermeyan a Bajarên Wan û Colemêrgê ve hatine kirin de, di operasyonan de bi tevahî 446 kîlogram narkotîk hat desteserkirin.

Hat ragihandin ku di operasyonan de 422 kîlogram skunk, 14 kîlogram metamfetamîn û 10 kîlogram esrar hatine desteserkirin. Di çarçoveya operasyonê de heşt şikdarên firoşkarên narkotîkê hatine girtin û li dijî wan doz hatiye vekirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.