Li Wanê mînîbûsa rêwîyan û qamyonet li hev qelibîn: 6 mirî, 8 birîndar
Li navçeya Payîzavaya Wanê, mînîbûs û qamyonetek li hev qelibî, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 6 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li nêzê Tinêla Guzeldereya ser rêya Elke-Payîzava pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ji ber mij û zemînê mînîbûsa rêwîyan û qamyonetek serî li serî li hev qelibîn. Di encama qezayê de wesayîtek gêrê şerempolê bû.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re gelek ekîbên UMKE, AFAD û îtfaîye hatin sewqkirin. Ekîbên ku gihaştin cîhê bûyerê dest bi midexeleyê kirin û mirovên birîndaran jî rakirin nexweşxaneyan.
Di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.
Hat hînbûn piştî paqijkirina rê, rê ji çûnûhatinê re hatîye vekirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.