Li Wanê otobûsa rêwîyan qelibî: 28 birîndar

Li Wanê otobûsa rêwîyan qelibî: 28 birîndar

Li navçeya Westana Wanê otobûseke rêwîyan qelibî, di encama qezayê de 28 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li ser rêya Wan-Westanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûs ji ber sedemeke ku hêj nediyare qulipî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ambûlans, cenderme, polês û îtfaîye hatin sewqkirin. Mirovên birîndar jî bi şibaka paş otobûsê hatin derxistin û ji ekîban re hatin teslîmkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.