Li Wanê zarokekî 5 salî ji ber êrîşa kûçikên bêxwedî canê xwe ji dest da
Li navçeya Mehmûdî ya Wanê, zarokekî 5 salî ji ber êrîşa kûçikên beredayî canê xwe ji dest da û pismamê wî yê 9 salî jî birîndar bû.
Bûyer, li taxa Kazim Paşa ya navçeya Mehmûdîyê qewimî.
Li gorî agahiyan, du pismamên hev ên 5 û 9 salî dema ku li hewşa xwe dilîstin rastî êrîşa kûçikên beredayî hatin.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re gelek ekîbên tenuristî, polês û cendermeyê hatin sewqkirin.
Bi destwerdana kesên derdorê kûçik hatin dûrxistin, lê H.O. yê 5 salî ku bi giranî birîndar bûbû, digel midexeleyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmûdîyê canê xwe ji dest da.
A.O. yê 9 salî jî bi birîndarî ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê re hat rakirin.
Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.