Li Wêranşarê qezayeke zîncîrî pêk hat: 10 birîndar
Li navçeya Wêranşara Rihayê qezayeke zîncîrî pêk hat, di encamê de 10 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzê Gundê Sesika ser rêya Wêranşar-Rihayê pêk hat.
Li gorî îddîayan wesayîtek qeza kir û dûre jî çend wesayît jî tevlî qezayê bûn, di qezayê de A. T. (29), Z. T., E. T., Y. A. (4), N. A., Z. A. (29), A. İ. (3), O. A. (2), M. A. (18) û S. A. (59) birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Mirovên birîdnar, piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewlet a Wêranşarê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.