Li Xan Yûnisê Kemînek li Ser sîyonîstan: Tank û leşker hatin hedefgirtin

Li Xan Yûnisê Kemînek li Ser sîyonîstan: Tank û leşker hatin hedefgirtin

Tûgayên Qessam ragihandin ku wan li dijî leşker û wesayîtên îşxalker ên li nêzî Rêveberiya Perwerdehiyê ya li navenda Xan Yûnisê operasyoneke berfireh pêk anîne.

Di operasyonê de du tankên cureyê "Merkawa" û wesayîteke zirxî ya leşkerî bûn hedef û hate ragihandin ku artêşa îşxalker piştî pevçûnê bi saetan firînên tahliyeyê ber bi herêmê ve pêk anîne.

Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê HAMASê, derbarê operasyona berxwedanê ya ku wan li bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê li dijî artêşa îşxalker pêk anîn de daxuyaniyek berfireh da.

Li gorî daxuyaniyê, micahîdên Qessam li nêzîkî Rêveberiya Perwerdehiyê ya li navenda Xan Yûnisê êrîşeke fedakar li dijî leşkerên sîyonîst pêk anî.

Di operasyonê de, du tankên bi tîpa "Merkawa" yên artêşa îşxalker bi teqemenîyên bi tîpa "Şûwaz" hatin lêdan. Hat ragihandin ku piştî êrîşê hinek leşkerên di tankan de mirine û hinek jî birîndar bûne. Di heman êrîşê de, wesayîteke zirxî ya leşkerî jî bi çeka dijî tank a bi tîpa "Yasin 105" hate hedefgirtin.

Hêzên piştgiriyê yên ku ji hêla artêşa îşxalker ve bo herêmê hatine şandin, rastî gulebarana dijwar a berxwedanê ya bi çekên sivik û navîn hatine. Tûgayên Qessam her wiha ragihandin ku helîkopterên tahliyeyê yên aîdî artêşa îşxalker ku piştî êrîşê li herêmê daketine, bi saetan hewl dane leşkerên birîndar û mirî ji herêmê derxînin.

Her çiqas rejîma sîyonîst hêna jî piştî operasyonê daxuyaniyek fermî nedaye jî, Tûgayên Qessam tekez kirin ku berxwedan li hemû cepheyan bi biryardarî berdewam dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.