Li xarpêtê çayir şewitîn: 500 donim erd zerarê dît

Li xarpêtê çayir şewitîn: 500 donim erd zerarê dît

Şewata ku li Xarpêtê di çayirê de derket, bi midexeleya ji hewa û bejahîyê hat vemirandin. Di şewatê de nê 500 donim erd zerarê dîtin.

Li nêzê gundê Samaxtoya Xarpêtê ji ber sedemeke ku nedîyare şewata çayirê derket.

Welatîyên ku şewatê ferq kirin bi lez û bez xeberê ji ekîban re şandin.

Şewata ku derket bi tesîra bayê, di demeke kurt de mezin û belav bû.

Ji ber ku di cîhê şewatê de rê tinebû desteka hewayê jî hat xwestin û ji şewatê de hem ji alîyê bejahîyê hem jî ji alîyê hewyaê midexele hat kirin.

Hat destnîşankirin ku 5 pîqab, 3 wesayîtên midexeleya agirê, 5 qamyonên avê, 2 wesayîtên avê, 1 grêyder, 1 helîkopter, 11 eleşamên teknîkî, 6 memur û 28 karker midexeleyê şewatê kirin û agirê vemirandin.

Hat îfadekirin ku di şewatê de nêzê 500 donim erd şewitî. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.