
Li Xarpêtê mînîbûs qelibî: 3 jê giran 7 birîndar
Li Paloya Xarpêtê mînîbûs li ser rêya gund qeza kir, di encamê de 3 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Nacarana Paloya Xarpêtê di seatên serê sibehê de pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa bi plaqeya 23 AED 286, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt û dûre ser kêlekê qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa sê birîndaran giran in.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.