
Li Xarpêtê qeza: 1 mirî, 2 birîndar
Li navçeya Qowanciyana Xarpêtê tirek û wesayîtek li hev qelibîn. Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Yarimcaya Qowanciyayê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tirek ku plaqeya wî û nasnameya şofêrê wî nehat bidestxistin û wesayîtekî li hev qelibîn.
Bi tesîra lihevketina wesayîtan tir ji rê derket û gêrê şerempolê bû.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên xelaskirin, tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Di encama lêkolîna ekîban de, kesekî li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da.
Di encamê de 2 kes jî birîndar bûn, mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.