Li Xezzeê qetlîam: 38 jê li benda alîkarîyêbûn 90 şehîd
Rejima îşxalker a sîyonîst li dijî Xezzeyê qirkirinên xwe bênavber berdewam dike, di qetlîama dawîn de 90 Filistînîyên dinê jî şehîd kirin.
Li gorî çavkanîyên tenduristîyê, ji Nexweşxaneya Şîfayê re 20, ji Klînîga Şêx Ridwanê re 6, ji Nexweşxaneya Hîlal es-Sarayayê re 7, ji Nexweşxaneya Awdeyê re 9, ji Nexweşxaneya Eqsayê re 21 û ji Nexweşxaneya Nasserê re jî 21 şehîd hatine anîtin.
Çavkanîyên tenduristîyê destnîşan kirin ku 38 sîvîl, dema ku li benda alîkarîyêbûn ji teref sîyonîstan ve rasterast hatin hedefgirtin. Van sîvîlên ku şehîd bûne jî ji bona ku ji malbat û zarokên xwe re nan û av bibirana di rêzê de bûn.
Yekîneyên tenduristî ya li Xezzeyê, îfade kirin ku hêna jî gelek şehîd di bin kavilan de ne, ji ber êrîşên dijwar ambûlans û ekîbên parastina sîvîl nikarin biçin herêmê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.