Li Xezzeyê 3 komên berxwedanê operasyoneke hevpar lidar xistin

Li Xezzeyê 3 komên berxwedanê operasyoneke hevpar lidar xistin

Micahîdên Tûgayên Qessam, Serîyyeyên Qudsê û Tûgayên Nasirê operasyoneke hevpar lidar xistin, di operasyonê de bi topên hewanê leşker û wesayîtên dijmin hatin hedefgirtin.

Tûgayên Qessam, li ser qenala Telegramê daxuyanîyek da û derheqê operasyona ku li darxistin de agahîyan da.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Tûgayên Qessam, noqteya kontrol û îdareya dijmin ku li nêzê Dibistana Darul Erkama li Taxa et-Tuffahê ye bi topên hewanê hedef girt.

Tûgayên Qessam, li herêma Zannaya bakurrojhilata Xan Yûnisê balgirekî personel a sîyonîstan bi bombeyên warîlê hedef girt û mirettebatên nav wesayîtê jî mirî û birîndar hişt. Micahîdên me ji bona ku leşkerên mirî û birîndar werin tehlîyekirin dîtin ku helîkopter hatine û çûne.

Micahîdên Tûgayên Qessam, bi tevî micahîdên Serîyyeyên Qudsê û Tûgayên Nasirê li dijî dijminê ku li nêzê eywana El-Muhenda ku li herêma Bati Satara Xan Yûnisê ye bi topên hewanê operasyonek li dar xistin.”

Berxwedana Filistînê di demên dawîn de bi taybetî li Xan Yûnis û Refahê operasyonên xwe zêde kirine û ev jî gelek balkêş e. Tê destnîşankirin ku di van operasyonan de gelek îşxalker mirine û birîndar bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.