Li Xezzeyê 40.000 zarok bê malbat mane
Êrîşa du salan a qirkirna rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê nifşek bê malbat hişt. Bi deh hezaran zarok dayik, bav an jî herdu jî winda kirin, ev yek jî wekî "mezintirîn krîza sêwîyan di dîroka nûjen de" tê binavkirin.
Li Xezzeyê, nêzîkî 40.000 zarokan yek an herdu dêûbavên xwe winda kirine, û ew di nav karesateke mirovî ya giran de mane. Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) vê rewşê wekî mezintirîn krîza sêwîyan di dîroka nûjen de bi nav dike.
Êrîşên qirkirinê yên ku rejîma sîyonîst di Cotmeha 2023an de dest pê kirin û du salan bênavber berdewam kirin, ne tenê avahî, lê di heman demê de malbat jî wêran kirin. Di êrîşên ku malan hedef girtin de, bi hezaran zarok an dê û bavên xwe winda kirin an jî bi giranî birîndar bûn, mehkûmî jiyana bi seqetîyên daîmî bûn.
Berdevkê Herêmî yê UNICEFê Selîm Uveys diyar kir ku hejmarên fermî bi tevahî rastiyê nîşan nadin û gelek zarokan hem dê û hem jî bavên xwe winda kirine, nemaze ji ber êrîşên ku rasterast malên wan hedef digirin.
Li gorî Uveys, zêdetirî sê hezar zarokan herdu dê û bavên xwe winda kirine, û gelek ji wan neçar mane ku bi tena serê xwe xwişk û birayên xwe mezin bikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.